Rejîma Îranê ji ber tevlêbûna li pîrozbahiyên Newrozê 8 Kurd destgîr kirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 8 Kurdên bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin destgîrkirin.

Rejîma Îranê ji ber tevlêbûna li pîrozbahiyên Newrozê 8 Kurd destgîr kirin
27 tebax, 2024   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nava hefteyên borî de, rejîma Îranê li bajarokê Gilan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve 8 Kurd destgîr kirine.

Tora Mafê Mirovan da zanîn ku ew welatî ji ber ku tevlî pîrozbahiyên Newroza îsal bûbûn, hatine destgîrkirin.

Navên welatiyên hatine destgîrkirin wiha ne: “Muhsîn Esfendiyarî, Araş Alfetî, Marya Xanî, Cehangîr Azadî, Lutfewla Perwêz, Hemîd Reza Rehmiyan, Selman Perhan û Mistefa Rostemî.”