Parlamentoya Lubnanê têkildarî derxistina penaberên Sûriyeyî pêşniyar kirin
Parlamentoya Lubnanê dive komîteyeke wezaretê were avakirin ku têkiliyê bi aliyên cuda re deyne, nexasim bi hikumeta Şamê re ji bo vegerandina penaberan.

Parlamentoya Lubnanê pêşniyar kir ku penaberên Sûriyeyî yên ku bi awayekî ˊnerewaˊ derbasî Lubnanê bûne, werin vegerandin.
Parlamentoyê her wiha bang kir ku komîteyeke wezaretê were avakirin, da ku bi aliyên berpirs re di serî de bi hikumeta Şamê re dan û standinê bike û penaberan vegerîne.
Li kêlek wê jî parlamentoyê got bernameyeke demkî û ji bo destpêkirina vê yekê were danîn ku penaber werin vegerandin. Ji bilî rewşên awarte ku komîte wan diyar dike.
(mh)