PJAK’ê di derbarê rewşa li Rojhilatê Kurdistanê de daxuyanî da

Berdevk û Endamê Desteya Rêveber a PJAK’ê Rêwar Awdanan ragihand ku Supayê Pasdaran berpirsê pevçûnên li Kurdistanê ye û mafê parastina rewa ya cewherî mafekî qanûnî û rewa ye.

PJAK’ê di derbarê rewşa li Rojhilatê Kurdistanê de daxuyanî da
30 hezîran, 2026   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevk û Endamê Desteya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî X’ê, derbarê pevçûnên vê dawiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê peyamek belav kir.

Berdevkê PJAK’ê Rêwar Awdanan ragihand ku berpirsyariya bûyera pevçûnên ku li Mehabad, Pawe û navçeyên din ên Kurdistanê çêbûne, rasterast di stûyê hêzên terorîst ên Supayê Pasdaran de ye.

Awdanan diyarkir kir ku li beramberî her êrişeke ku li ser neteweya Kurd û hêzên PJAK’ê pêkbê, bikaranîna mafê parastina rewa, çi ji aliyê Yekineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û çi jî ji aliyê hêzên xwe-rêxistinkirî yên gel ve, bi temamî rewa û qanûnî ye.

Hêjayî gotinê ye ev yek di demekê de ye ku di nav vê mehê de, Supayê Pasdaran ya rejîma Îranê gelek caran sînorên Mehabad, Merîwan û Baneyê bombebaran kiribûn; YRK’ê jî ragihandibû ku ev êriş bêbersiv namînin.

Herwiha Ciwanên Nîştimanperwerên Kurdistanê îro bi daxuyaniyek ragihandin ku wan li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê 2 cerdevan (noker) cezakirine û du cerdevanên din jî bi giranî birîndar kirine. Hat gotin ku cerdevanên hatine cezakirin destê wan di şehîdkirina gerîlayên azadiyê de hebûn û li dijî gel dixebitîn.