Refîq Xefûr: Biryara PKK`ê wêrek û rast e
Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîq Xefûr diyar kir ku biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê bersiva guhertinên siyasî ye, piştî ku rola xwe ya dîrokî temam kiriye. Her wiha got divê dewleta Tirk ji bo aştî û aramiyê gavên berbibiçav biavêje.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî kongreya xwe ya 12’an di encamnameyê de bidawîhatina têkoşîna xwe ya çekdarî û rawestandina hemû çalakiyên ku li ser navê wê ragihand.
Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Refîq Xefûr têkildarî vê guhertinê got ev biryar bersiveke asayî ya li gorî şert û mercên guherînê ye û hişmendiya stratejîk a girîngiya pêşxistina rêbazên têkoşînê nîşan dide.
Xefûr li ser rewşa heyî got: "Di nava nakokiyên cîhanî û herêmî de, li gelek cihan wekî Rojhilata Navîn ku Kurdistan di nav de ye, bahoza guherînê rabûye. Hemû hêzên herêmî û navneteweyî li herêmê xwedî berjewendî ne û hewl didin ne tenê destkeftiyên xwe biparêzin, lê hewl didin destkeftiyên zêdetir jî bi dest bixin. Ji bo vê jî pêdivî bi siyaset, alav û alternatîfên nû heye. Yek ji binyadên bihêzbûnê ew e ku mirov bikare di dema guncaw de biryaran bide.
Li ser vê bingehê biryara Partiya Karkerên Kurdistanê û Rêber Abdullah Ocalan biryareke wêrek û rast bû.”
‘PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ ROLA XWE YA DÎROKÎ TEMAM KIRIYE’
Refîq Xefûr wiha pê de çû: "Daxuyaniya kongreyê nîşana bidawîhatina qonaxeke xebatê ye ku zêdetirî 45 salan berdewam kiriye. PKK`ê rola xwe ya dîrokî temam kiriye û gelek armancên xwe bi dest xistine. Ev tevger di têkoşîna rizgarîxwaziya Kurd de, bi taybetî li Tirkiyeyê, aktoreke sereke bû, lê bandoreke wê li beşên din ên Kurdistanê û welatên cîran ên wekî Sûriyeyê heye. Niha PKK dibêje li beramberî şertên herêmê, pêdivî bi şêweyên nû yên rixistî û siyasetên nû heye.
‘NIHA DORA DEWLETA TIRK E’
Xefûr bal kişand ser girîngiya hevkariyê ji bo pêkanîna aştiyê û got: "Li Tirkiyeyê pêkanîna aştî û aramiyê û avakirina pergal û civakeke demokratîk armanceke dualî ye, angu pêkanîna van armancan ne tenê dikeve ser milê aliyekî. PKK'ê gavên berbiçav û wêrek avêtine, niha jî dor hatiye dewleta Tirk.”
Xefûr bang li meclisa Tirkiyeyê û hemû saziyên dewletê kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û wiha got: "Ji ber vê yekê rola Meclisa Tirkiyeyê, saziyên zagonsaz, hiqûqî, ewlekarî û leşkerî û hemû aliyên dewleta Tirk, girîng e, ji bo avêtina gavên pêwîst ji bo pêkanîna van armancan.”
Xefûr her wiha peyamek ji hemû pêkhateyên civaka Tirkiyeyê re şand û got: "Di vê pêvajoya guhertinê de hemû pêkhateyên civaka Tirkiyeyê; partî û rêxistinên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên olî, jin û ciwan û hemû kesên ku daxwaza siberojeke cuda û geş a Tirkiyê dikin, divê roleke erênî bilîzin.”
BANGA PIŞTGIRIYA PÊVAJOYA AŞTIYÊ
Refîq Xefûr bal kişand ser girîngiya ku hêzên Kurdistanî piştevaniya pêvajoya nû bikin û wiha got: "Erkê hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî yên parçeyên din ên Kurdistanê ye ku bi hemû rêyên siyasî, dîplomatîk û medyayî piştgiriya insyatîva birêz Abdullah Ocalan û daxuyaniya kongreya PKK’ê bikin û piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk li beşeke girîng a Kurdistanê û li welatekî xwedî bandoreke girîng.”
Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Refîq Xefûr banga piştgiriya navneteweyî ji bo çareseriya demokratîk kir û got: "Divê civata navneteweyî, hêzên demokratîk û aştîxwaz ên cîhanê ji dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê bixwazin ku ji bo çareseriya demokratîk gavên pêwîst bavêje û dawî li înkar, zext û qirkirina bi dehan salan a li dijî gelê Kurd bîne.”
(k)
ANHA