Parêzer Şahîn El Elî: Divê êdî mafê hêviyê ji Rêber Apo re bê dayîn

Parêzêr Şahîn El Elî diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê kirine û divê êdî civata navneteweyî zextê lê bike da ku ji Rêber Abdullah Ocalan mafê hêviyê dabîn bike.

Parêzer Şahîn El Elî: Divê êdî mafê hêviyê ji Rêber Apo re bê dayîn
15 gulan, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantano Firatê Şahîn El Elî têkildarî mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan ji ANHA`yê re axivî.

Şahîn El Elî diyar kir ku di 15`ê Sibata 1999`an de Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û ew radestî dewleta Tirk kirin û got: “Ev 26 sal e Rêber Apo di zindana Îmraliyê de ye. Di nav şert û mercên ne li gorî pîvanên navneteweyî de ye.”

Şahîn El Elî anî ziman ku divê ev dadgehên navneteweyî ji Rêber Abdullah Ocalan mafê hêviyê bixwazin û wiha pê de çû: “Mirov divê zêdetirî 25 salan di zindanê de nemîne, zêdetirî 25 salan êdî mafê hêviyê heq dike. Lê dewleta Tirk hemû qanûnan binpê dike. Dewleta Tirk heta qanûnên xwe jî muxalife dike. Dewleta Tirk di destûra xwe de diyar kiriye ku ew biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk tîne, lê mafê hêviyê li cem Tirkiyeyê tune ye.”

Her wiha El Elî got: “Herî dawî wekî hûn dizanin Rêber Apo di 27`ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Piştî banga Rêbertî gavên erênî hatin avêtin, lê ji aliyê dewleta Tirk de tu gav nehatin avêtin.”

Di dawiya axaftina de parêzer Şahîn El Elî anî ziman ku li gorî pîvanên navneteweyî divê sala borî Rêber Abdullah Ocalan ji zindanê derketa û bi fîzîkî azad bibûya û got: “Di sala borî de Rêbertî di zindanê de 25 sal temam kirin. Divê Rêber Apo li gorî mafê hêviyê serbest bihata berdan. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku divê zextê li dewleta Tirk bikin da ku Rêber Apo bi fîzîkî bê berdan.”

ANHA