Komîteya Qanûnî ya Siwêdayê daxuyaniya hikumetê red kir

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê red kir û wek reva ji berpirsyariyê bi nav kir. Komîteyê daxwaza lêpirsîneke navneteweyî kir.

Komîteya Qanûnî ya Siwêdayê daxuyaniya hikumetê red kir
17 îlon, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê duh daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya der barê qaşo "Nexşerêya çareseriya krîza Siwêdayê" de red kir û diyar kir ku "Ew binpêkirina aşkera ye û reva ji berpirsyariya komkujî û binpêkirinan e ku di Tîrmehê de li Siwêdayê çêbûne."

Komîteyê di civîneke çapemeniyê de aşkera kir ku wezaretê behsa hevkariyê bi Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya taybet bi Sûriyeyê kir. Hikumetê da zanîn ku dê hesabxwestin li gorî qanûna Sûriyeyê be. Komîteyê daxuyand ku “ev pêşniyar nakok in, dihêle sûcdar bi xwe dadgerê xwe be."

Komîteyê, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi hewla xwediyarkirina wek "aliyê hewl dide lihevkirinê pêk bîne" tawanbar kir û diyar kir ku “şirîkê yekemîn ê sûcên li dijî bi hezaran welatiyan e.”

Di daxuyaniya komîteyê de hat diyarkirin ku saziyên dozgeriyê yên Sûriyeyê "polîtîk û ne serbixwe ne" û çi darizandinek ji aliyê wan ve "dê ji bo şofandina sûcên xwe be”.

Di berdewama daxuyaniya komîteyê de hat destnîşankirin ku sûcên li Siwêdayê pêk hatine, paşguhkirin û mehrûmkirina ji mafên wan ên bi salan, mafê qanûnî û exlaqî yê diyarkirina çarenûsê dide xelkê parêzgehê. Ew maf çi bi rêya rêveberiya xweser be yan jî bi vebijêrka cudaxwaziyê be. Komîteyê cudaxwazî wek “misogeriya ewlehî, rûmet û hebûnê" wesif kir.

Komîteyê ji NYˊyê û Konseya Ewlehiyê xwest tedbîrên li ser xelkê Siwêdayê werin ferzkirin, nas nekin û divê lêpirsîneke serbixwe û mekanîzmayên hesabxwestinê yên navneteweyî dûrî hegemonyaya hikumeta veguhêz pêk bên û destnîşan kir "Li gorî qanûnên navneteweyî mafê xelkê Siwêdayê yê  diyarkirina çarenûsê heye."

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyerên di Tîrmehê de çêbûne "Ne wekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê wesif kirine, ew sûcên dermirovî yên plankirî ne. Divê lêpirsîneke navneteweyî ya şefaf bê kirin ku hesab ji sûcdaran bê xwestin û mafên xelkê Siwêdayê bên parastin."

(fr)