Rêber Abdullah Ocalan: Zîlan bi çalakiya xwe ji min borî ye

Zeynep Kinaci (Zîlan), 29 sal berê bi çalakiya xwe ya fedaî bû çavkaniya têkoşîna azadiya Kurd û jinên Kurd. Rêber Abdullah Ocalan derbarê çalakiya Zîlan de wiha gotibû: “Zîlan bi çalakiya ku pêk aniye, ji bo min borî ye. Ji vir û şûnde ez ancax dikarim bibim milîtan û şopdarê Zîlanê.’’

Rêber Abdullah Ocalan: Zîlan bi çalakiya xwe ji min borî ye
30 hezîran, 2025   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30’ê Hezîrana 1996’an de li bajarê Dêrsimê yê Bakûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk çalakiyek fedayî pêk anî û di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de rûpelek nû vekir. Di nameya ku li pey xwe hiştibû de Şehîd Zîlan armanca çalakiya xwe wiha aniye ziman: “Îdiaya min a jiyanê gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediya jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji mirov û jiyanê hez dikim, lewma vê çalakiyê pêk tînim. Dixwazim bibim sembola jina Kurd.”

Rêber Abdullah Ocalan derbarê çalakiyê ev nirxandin kiriye: “Zîlanê bi çalakiya xwe ez derbas kirime. Ji vir û şûnde ez encax dikarim bibim şopdar û milîtana Zîlanê.”

Di salvegera 29’emîn a çalakiyê de sekin û helwesta Şehîd Zilan ku wekî “Xeta Zîlan” hat pênasekirin ji bo jinan û hemû civakê roniya azadiyê zêdetir dike. 

Zîlan kî ye?

Zeynep Kinaci 10’ê Tebaxa 1972’an li gundê Elmalî yê girêdayî bajarê Meletî yê Bakûrê Kurdistanê hatiye dinê. Di malbata ku dayik, bav û 6 xwîşk û birayan pêk tê de, Zîlan zaroka herî biçûk e.  Piştî dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, beşa Rehberî û Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Înonû (li bajarê Meletî) xwendiye. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî.

Di Tebaxa Sala 1994’an de li bajarê Edene yê Tirkiyeyê tevlî xebatên şoreşgerî dibe. Sala 1995’an tevlî tevgera azadiya Kurdistanê dibe û navê xwe dike Zîlan.

Dema ku dewleta Tirk 6’ê Gulana 1996’an, li Suriyeyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi wesayîtek bombebarkirî hewildana suîkastê pêk anî,  Zîlan bersiva herî watedar dide û çalakiya ku dê di dîroka têkoşîna azadiyê de rûpelek nû veke, pêk tîne. 

 ROJA 30’Ê HEZÎRANÊ…

30’ê Hezîrana sala 1996’an roja Înê li navenda bajarê Dêrsîmê, merasîmeke leşkerî ya artêşa Tirk pêk dihat. Dema ku di merasîmê de sirûda Tirkiyeyê dihat xwendin Zeynep Kinaci (Zîlan), bi dirûşme û hêrsek mezin ket nava wan û çalakiya fedayî pêk anî. Di çalakiyê de gelek leşker mirin, gelek jî birîndar bûn. Çalakiyê li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê gelekî deng veda û nirxandinên gelekî dewlemend hatin kirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî wekî wekî “Xeta Zîlanê” pênase kir.

NAMEYA ZÎLAN

Şehîd Zîlan di nameya ku li pey xwe hiştiye de armanca çalakiyê û sekna xwe wiha aniye ziman: “Dema mirov li dîroka gelan dinêre, pêşengên ku wan dibin rizgariyê hene. Dîrok piştrast dike ku tu netewe û çîn bêyî Rêber naçin serkeftinê. Serok di asta herî jor de nûbûn û pêşketinê temsîl dike; ango mirovê nû, fikra nû, hemû jiyanê li gorî jiyana civakê teşe dike û peywiran digire ser milê xwe. Bêguman Rêbertiya PKKê jî neçare pir cuda bibe. Di vî alî de Serokatiya Partiyê bi her alî pêş ketiye, nû ye, jiyana xwe daye ser jiyana mirovahiyê. Ev nikare bê nîqaşkirin.

Divê em xwedî li vê mîrateya dîrokî derkevin û hewcedariyên pêvajoyê bînin cih. Pêvajo çalakiyên întixarî ferz dike. Ev him hewldaneke dîrokî him jî di alî me de wê bersiveke baş a ji bo dijmin be. Çalakiyên wisa wê welat li wan bike zindan. Ev di alî me de, di serî de ji bo gelê me û hemû hêzên me yên şer wê bibe moral, cesaret; wê berxwedanê xurt bike, wê nîşan bide ku em di doza xwe de çiqas bi birayar in û di vê rê de wekî berdêla wê, em bombeyan di bedena xwe de diteqînin.’’

 ‘EZ DİXWAZİM HÊRSA XWE NÎŞAN BİDİM’

Zîlan di berdewamiya nameya xwe de wiha dibêje: ‘’Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê ku jinan dike kole, dixwazim bombeya di bedena xwe de biteqînim û mezinbûna hêrsa xwe nîşan bidim û bibim sembola berxwedana jinên Kurd. Îdiaya min a jiyanê gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Têkoşîna razigariya neteweyî ya bi pêşengtiya Serok Apo tê meşandin, wê di demekî nêz de bigihîje serkeftinê û wê gelê min cihê ku heq dike bigire. Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Ez ji jiyan û mirovahiyê hez dikim. Dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.’’

Jİ CANÊ ME WÊDETIR TIŞTEKÎ EM WINDA BIKIN HEYE GELO?

Zîlan di nameya xwe de bang li gel dike û wiha dibêje: ‘’Gelê min yê welatparêz! Ez bi vê çalakiyê hewil didim bibim zimanê dilê we. Em bi hezaran zarokên we yên li çiya ji bo siberojên azad amade ne ku bi hezaran carî canê xwe feda bikin. Divê hûn jî di van rojên ku şerê me sor bûye de aliyên xwe zelal bikin.

Navê şerê me şerê gel e. Ger wisa be em ê peywira xwe jî bînin cih. Divê em dest ji azadiya xwe bernedin. Welatê me bi nirx e. Ji ber vê dijmin ewqas bi israr e. Çima em ne bi israr bin? Ji canê me wêdetir tiştekî em winda bikin heye gelo? Ez we hemûyan, bi baweriya ku hûnê peywira xwe bînin cih, silav dikim!”

NIRXANDINA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Piştî çalakiya Rêber Abdullah Ocalan vê nirxandinê dike: “Çalakiya Zîlanê ne çalakiya întixarî ye. Çalakiyek dîrokî, plankirî, wêrek û fedekar e. Çalakiya wê xwedî wateyeke mezin e, êrişa ku divê taburek pêk bîne wê pêk aniye. Cihê vê çalakiyê gelek girîng û dîrokî ye. Çalakiyek rast ya pêşketî ye û PKK heq dike ye. Zîlan bi çalakiya ku pêk aniye, ji bo min borî ye. Ji vir û şûnde ez ancax dikarim bibim milîtan û şopdarê Zîlanê.”

XETA ZÎLAN AVAKIRINA JIYANA AZAD E

Rastiya Zîlan di ‘Ronesansa Jinê’ de roleke şênber lîstiye. Bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re jî wê xwediya wateyeke rasteqîn, dîrokî û gerdûnî be. Di xeta Zîlan de jin azad bibe, wê di avakirina civaka demokratîk de bi awayekî hîn bi bandortir rola pêşengtiyê bilîze û civakê jî kûrtir biguherîne -veguherîne. Rastiya Zîlan avakirina civaka demokratîk û jiyana azad e. Çalakî û kesayetiyên dîrokî rastiya xwe û civakîbûna xwe diafirînin. Kesayetên wisa ji bo pênasekirin, têgihiştin û ji nû ve zindîkirinê hene. Taybetmendiya wan ew e ku di her temenî de xwe li jiyanê bigirin. Rastiyên dîrokî her tim di ronîkirin û lêgerîna mirovahiyê ya li heqîqet û jiyana azad de jiyan dikin, rê vedikin û têkiliyên xwe yên bi jiyan û civakê re ji nû ve avadikin.

Rastiya Zîlan rastiyeke vê çanda dîrokî û gerdûnî ye. Rûmeta herî mezin û di heman demê de wezîfeya dîrokî ya jinên Kurd ew e ku rastiya Zîlan di manîfestoya civaka demokratîk de ji cîhanê re ragihîne.