Şêniyên Til Birakê: Daxwaza me dîtina Rêber Abdullah Ocalan e

Şêniyên bajarê Til Birakê diyar kirin ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan armanca wan a bingehîn e û got: "Ji bo bicihanîna vê armancê em ê asta xebat û têkoşînê bilind bikin."

Şêniyên Til Birakê: Daxwaza me dîtina Rêber Abdullah Ocalan e
30 hezîran, 2025   02:40
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

10’ê Cotmeha 2023’yan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" pêngaveke navneteweyî hatibû ragihandin. Di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di Adara 2024’an de pêngav derbasî qonaxa duyemîn bû.

Bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" re ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatibû kirin,  pêngav bi dirûşma "Dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" derbasî qonaxeke nû bû.

Têkildarî pêngavê şêniyên bajarê Til Birakê nêrînên xwe anîn ziman.

Şêniyê bi navê Farûq Xilêf anî ziman ku ew pêkhateyê Ereb dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got"Piştî me fikir û felsefeya Rêberî neteweyî Abdullah Ocalan nas kir, êdî dîtina wî bû yek ji hewldanên me. Em soz didin ku em ê xebat û têkoşîna xwe zêdetir bikin heya ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Birakê Yasîn El Mecîd jî xwest hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bike û wiha got: "Ji vir, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêviya min dîtina Rêber Abdullah Ocalan e ku emirê xwe ji bo azadiya me derbas kiriye û 27 salan e di tecîrdê de ye. Em teqez dikin ku em bi daxwaza xwe ya dîtina Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne."

Endama Meclisa Bajarê Til Birak Sîmav Mehmûd jî got, hevdîtina Rêber Apo hêviyeke ku dixwazin bi cih bînin û wiha li gotinên xwe zêde kir "Em ji vê daxwazê venagerin, ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya me tevan e û bê serok jiyan nabe."

(bb)

ANHA