Xelkê Qamişloyê sersaxî da malbatên şehîd Ebduselam û Sîpan

Xelkê Qamişloyê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebduselam Ehmed û merasîmek xiyabî ji bo şehîd Sîpan Hêvî li dar xist.

29 hezîran, 2025   21:30
QAMIŞLO

Li taxa Hilko ya Qamişloyê, ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebduselam Ehmed ê ku 24`ê Hezîranê, di encama krîza dil de şehîd bûbû konê sersaxiyê hat vedan û ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Sîpan Hêvî (Hisên Elî) ê ku di 4’ê Hezîranê de li Zapê şehîd bûbû merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Trafîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Îslama Demokratîk, amade bûn.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên her du şehîdan hatin daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Emar Mûsa axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Ev malbat xwedî nasnameyên 8 şehîdan e. Malbatê karî roleke girîng di şoreşê de bilîze û para wê di destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye."

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Kawa Gulo axivî û got her şervanek pirtûkek têra nivîsandina berxwedana wî/ê nake û her şervanek di oxira parastina gel û welatê xwe de li dijî çeteyan berxwedaneke mezin raber kir."

Piştre keçê apê şehîd Sîpan Hêvî, Sosin Ciwan Ehmed li ser jiyan şehîd axivî.

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi diruşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(ekîb/fr)

ANHA