Rayedarên Îsraîlî: Bersiva Hemasê li ser pêşniyara Witkoff neyênî ye

Rayedarên payebilind ên Îsraîlê diyar kir ku bersiva Hemasê ya ji bo pêşniyara nûnerê Amerîkayê neyênî ye û anî ziman ku ew bersiv redkirina Hemasê ya ji bo plana Witkoff û sazkirineke nû ya pêşniyarê ye.

Rayedarên Îsraîlî: Bersiva Hemasê li ser pêşniyara Witkoff neyênî ye
31 gulan, 2025   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 13’an a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên payebilind ên Îsraîlê got bersiva Hemasê neyênî ye, di hemanê demê de radyoya Îsraîlê jî anî ziman ku Hemasê di pratîkê de pêşniyara Witkoff red kiriye.

Rayedaran ji rojnameya " Haaretz" a Îsraîlê re têkildarî bersiva Hemasê ya li ser pêşniyara Witkoff got, Hemasê plana nûnerê Amerîkayê red kir û pêşniyareke nû saz kir.

Tevgera Hemasê, îro ragihandibû ku bersiva pêşniyara nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff radestî navbeynkaran kiriye.

Di daxyaniya Hemasê de hatibû gotin, “Piştî tûrek şêwirên neteweyî, û li ser bingeha berpirsyariya bilind a li hember gelê me û êşên wan, me îro bersiva xwe li ser pêşniyara herî dawî ya nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff pêşkêşî birayên navbeynkar kir, ku armanca wê pêkanîna agirbesteke daîmî, misogerkirina vekişîna Îsraîlê ji Xezayê, gihandina alîkariyê ji bo gelê me, ye.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya vê lihevkirinê de, wê 10 dîlgirtiyên Îsraîlê bên berdan û 18 cenaze jî radestî wan bikin, li hemberê jî wê dîlgirtiyên filistînî li gorî hejmara li ser lihevkirî werin berdan.

(fr)