Rayedarekî Îranê: Em û DYA ji bo rakirina cezayan li hev nakin

Rayedarekî Îranê got, Tehran û Washington di mijara rakirina cezayan li beramberî qedexekirina bernameya nukleerî ya Îranê li hev nakin.

Rayedarekî Îranê: Em û DYA ji bo rakirina cezayan li hev nakin
22 sibat, 2026   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî payebilind ê Îranê îro diyar kir ku Tehran û Washington li ser mekanîzmaya rakirina cezayan li beramberî ku bernameya nukleerî were qedexekirin, li hev nakin.

Rayedarê Îranê ku ji Reutersê re axivî got, biryar hatiye dayîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îran destpêka meha Adarê careke din bicivin.

Her wiha got: " Dibe ku Îran di berdêla naskirina mafê wê yê dewlemendkirina uranyumê ji bo armancên aştiyane de, hinardekirina beşek ji depoya xwe ya uranyuma dewlemendkirî, kêmkirina paqijiya wê û avakirina yekitiyeke herêmî ji bo dewlemendkirinê bifikire."