Di êrişa Îsraîlê de zarokek hat kuştin

Li Şerîdaya Rojava di êrişa Îsraîlê de zarokakî 17 salî jiyana xwe ji dest da. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Di êrişa Îsraîlê de zarokek hat kuştin
22 sibat, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrişa artêşa Îsraîlê de zarokekî 17 salî li bajarokê Beyt Forîk ê başûrê rojhilatê Nablusê ya Şerîdaya Rojava jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê di daxuyaniyekê ku Ajansa Reutersê weşandiye de diyar kir ku zarokê bi navê Mihemed Henî duh êvarî di serdegirtina bajarokê de bi giranî birîndar bibû, piştre mirina wî hat ragihandin.

Heyva Sor a Filistînê jî daxuyand ku di operasyonê de 2 kes; yek ji serê xwe ve birîndar bibû piştre wefat kir û yê din ji lingê xwe birîndar bibû, piştre veguhestin nexweşxaneyê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin

(bb)