Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn

Asûriyên li Til Temirê û şêniyên din “Roja şehîdên asûr” vejandin. Di vê rojê de teqezî bi parastina bîranîna komî, jiyana hevbeş a aştiyane, kir û gotin xwîna şehîdan ji bo domandina têkoşîna azadiyê û edaletê dê minaret bimîne.

Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê `Roja şehîdên asûr” bi bîr anîn
7 tebax, 2025   21:48
HESEKÊ

Partiya Demokratîk a Asûr “Roja şehîdên asûr” ku 7`ê Tebaxê ye, bi çalakiyekê vejand. 

Çalakî li hola dêra El Qidîse hate lidarxistin. Nûnerên hêzên siyasî, olî û şandeyên pêkhateyên Til Temirê yên kurd, ereb û suryan, saziyên civaka sivîl, kesayetên çandî û civakî tev li çalakiyê bûn.

Nûnerê Partiya Demokratîk a Asûr Waêl Mîrza axivî û got: “Gelê Asûr di vê rojê de, komkujiyên li dijî wan pêk hatiye bi bîr tînin. Di serî de komkujiya Sîfo ya sala 1915`an. Divê asûr her tim parastina hebûn û nasnameya xwe bikin.”

Mîrza wiha domand: “Em li vir in ji bo ku ji cîhanê re bêjin, em şehîdên Sîfo, şehîdên Xabûr û her kesê ji bo rûmeta gelê xwe canê xwe feda kiriye ji bîr nakin. Têkoşîna me berdewam e ta ku mafên xwe yên rewa di welatê xwe de û di bin sîwana pergaleke demokratîk a nenavendî de ku edaletê û wekheviyê misoger dike, bi dest bixin.”

Mîrza di dawiyê de got: “Beyî naskirina mafên pêkhateyan, aramî li Sûriyeyê çênabe. Ev naskirin ne tenê bi gotinan e lê belê bi rêya destûreke nû ye ku wekheviyê, pirrengiya civakî û zimanî dabîn dike.”

7`ê Tebaxê Roja şehîdên asûr e ku di vê rojê de şehîdên komkujiya Sîfo têne bibîranîn. Ev roj ji bo gelê Asûr, rojeke têkoşînê ya sembolîk e ku teqezî bi berdewamiya hebûna dîrokî ya vî gelî û daxwazên wî yên ji bo naskirinê, edaletê dike.

(şx)

ANHA