Sebzeyên diçîne, difroşe û ji bo zivistanî amade dike

Xade El Latûf her sal ji baxçeyê xwe mûna salê amade dike. Ji wî baxçeyî pêdiviyên xwe peyda dike û ya zêde jî difiroşe şêniyan.

12 îlon, 2024   06:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Bi rasthatina payîzê re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên mûne dest pê dikin. Şênî, rîçal, dimsê îsotan û bacanên sor çêdikin, sebzeyên wek bamî û bacanên reş hişk dikin.

Xade El Latûf (40) li gundê Helwa yê rojavayê bajarê Tirbespyiê ye. ji bo ku alîkariya malbata xwe bike her cure sebze çandiye û jê mûna zivistanê hazir dike.

Xade bi gelemperî bacanên reş, îsot, pûng, pîvaz, bacanên sor, xiyar û gelek cureyên din diçîne. Sibê zû şiyar dibe, baxçeyê xwe av dide, di dema pêwîst de derman û semad dike. Berêvarê jî, sebzeyan berhev dike.

Xade bi baxçeyê xwe pêdiviyên mala xwe peyda dike û yên zêde jî difiroşe. Xade têkildarî wê got: "Şênî gelek ji mûna ez çêdikim hez dikin."

Xade îsotên sor jî çandiniye, wan berhev dike, paqij dike û dûre li ber tavê hişk dike û dike dims û difiroşe şêniyan.

Xade îşaret bi şert û mecên jiyanê yên dijwar kir û got: "Bi rêya çandiniyê hewl didim pêdiviyên mala xwe peyda dikim. Berhemên xwe jî, bi buhayên guncaw li gorî şêniyan difiroşim."

Xade her kîloyeke dimsa îsotan bi 25 hezar lîre difiroşe lê ew di nava sûkan de zêdetirî 35 hezar lîre ye.

Xade di dawiyê de got: "Ez pir bi baxçeyê xwe mijûl dibim. Aşêv dikim, derman û semad dikim. Ev jî berhemek baş dide û bi rêya wê pêdiviyên xwe peyda dikim."

(şx)

ANHA