‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan di guhertina kesayetan de rêyeke rast vedike’

Beşdarên komên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan got piştî xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan di kesayetên wan de guhartin çêbûn û diyar kir ku kî dixwaze di kesayeta xwe de guhartineke rasteqîn pêk bîne, divê xwe di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de kûr bike.

‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan di guhertina kesayetan de rêyeke rast vedike’
24 mijdar, 2024   03:10
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, komên xwendinê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin. Di wan koman de endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyan cih digirin û heftane li hev kom dibin, berhemên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

Li bajarê Çilaxa 3 komên xwendinê hene. Koma yekemîn a Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî ye ku ji 10 kesan pêk tê. Koma duyemîn ji aliyê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hatiye avakirin û ji 8 kesan pêk tê. Ya sêyemîn jî Kongra Star organîze kiriye. Jinên di nava saziyên xizmetguzariyê yên bajêr de dixebitin, cihê xwe di vê komê de digirin. Hejmara wan nêzî 25 jinan e.

Beşdarên her sê koman, ji ajansa me re axivîn.

Hanî Mihemed Hemed der barê mijarê de got: "Bi xwendina pirtûkan, bi taybet beşa têkildarî islub û şêwaza rastiyê, min fêm kir ku rastî ne sabît e, tê guhertin. Vê pirtûkê hişt ku ez careke din lêvegerekê ji fikrên xwe yên berê re çêkim. Min fêm kir ku divê ez nêrîna xwe der barê hin mijaran de biguherim.”

Hanî Hemed wiha domand: "Xwendina berhemên Rêber Abdullah Ocalan, hişt ez jiyana xwe ji nû ve binirxînim. Ji kesayeta min bigire heta bigihêje jiyana pratîk. Helwestên min der barê mijarên olperestî, netewperestiyê de bi nakok û dogmatîk bûn. Lê piştî xwendina berhemên Rêber Abdullah Ocalan, ez ji wan fikran xilas bûm. Kesayeta min vekirîtir bû.”

Hanî Hemed di dawiyê de got: "Tevî guhertinên min di kesayeta xwe de çêkirine, lê min fêm kir ku kesayeteke giştî ya tam nîn e. Lewma ez ê tişta ji pirtûkan fêr bûme di kesayeta xwe de pratîk bikim, da ku bibim keseke azad ku dikare roleke çalak di civakê de bilîze."

Endama Kongra Star Sewsen Remadan a ku tev li koma xwendinê ya Kongra Star jî bûye, got: "Ji salekê ve ez tev li komên xwendinê dibim. Niha em beşa `Jîngehê` ya pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk dixwînin.”

Sewsenê got: "Di vê beşê de rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser bandora kapîtalîzmê ya li ser jîngehê. Bi xwendina vê beşê re wek jin em bi berpirsyariyê dihesin ku divê jîngehê biparêzin.”

Sewsenê ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de, rewşa gelan ji tevahî aliyan ve analîz dike û çareseriyan pêşkêş dike. Ev dihêle xwendin xweş be. Ji ber ku em di van pirtûkan de, ji pirsgirêkên xwe yên rojane re çareseriyan dibînin.”

‘JIN BI XWENDINÊ XWE XURT DIKIN’

Sewsenê da zanîn Rêber Abdullah Ocalan di analîzên xwe de cihekî taybet daye jinan û wiha pê de çû: "Ji dema min dest bi xwendina pirtûkan kiriye, hest dikim ku bi hêz im. Êdî dikarim nêrînên xwe der barê jiyanê, malbatê û karê xwe de bînim ziman.”

Sirûr Şatî yê tev li koma xwendinê ya Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan bûye jî, diyar kir ku ji 3 mehan ve wan dest bi vî karî kiriye û da zanîn ku koma xwendinê dawiya hefteyê li hev kom dibin û pirtûkan dixwînin. Her wiha diyar kir ku wan li ser bernameyeke taybet li hev kiriye ku her endamek rojane saetekê pirtûkan bixwîne.

Şatî ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji beşa em niha dixwînin, min rastiya komployê û armancên wê, çawa Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye navenda zanist û felsefeya demokratîk ji bo ku gel azadiya xwe bi dest bixin, fêm kirin.”

Li gorî Şatî, bi xwendina pirtûkan kêmasiyên lawaziyên di warê rêxistinbûyê de nas kir û got: "Ji bo ku em vê mijarê çareser bikin, divê em li ramanên Rêber Abdullah Ocalan vegerin."

GAVÊN PRATÎK BER BI GUHERITNÊ VE

Şatî di dawiyê de got: "Gava yekemîn a ku min piştî xwendina pirtûkan avêtiye, min xwendina pirtûkan domand û li şaşiyên xwe yên di aliyê rêxistinî de dikirin, vegeriyam."

Bi nêrîna Şatî xweperwerdekirin gelekî girîng e, ji bo ku di şoreşê û parastina wê de gavên rastîn biavêjin.

 (şx)

ANHA