Rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û dosyaya Filistînê mijarên rojnameyên erebî ne
Çavdêr dibêjin rakirina cezayan li ser Sûriyeyê gaveke demkî ye, bi reftarên hikumeta nû ya li Şamê û pabendbûna wê bi parastina pêkhateyên civaka Sûriyeyê ve girêdayî ye. Di heman demê de ji ber sûcên ku li Xezayê hatine kirin, zextên Ewropayê û yên navneteweyî li ser Îsraîlê zêde dibin.

Rojnameyên vê sibê behsa geşedanên têkildarî rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û berteka mezin a navneteweyî ya li hember tawanên Îsraîlê yên li Xezayê kirin.
‘GOG LI MEYDANA SÛRIYEYÊ YE’
Rojnameya Şerq El Ewset ragihand ku rakirina cezayên Amerîkayê ji dema rûxîna rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024’an de, bûye xema sereke ya Sûriyeyê û bal kişande ser wê yekê ku ew ceza bûne astengiyeke mezin li pêşiya pêkanîna aramiyê û asayîkirina peywendiyan bi cîhana erebî û ya navneteweyî re.
Rojnameyê diyar kir ku serdana vê dawiyê ya serokê Amerîkayê Donald Trump bo Riyadê û hevdîtina wî li gel Mihemed Bîn Selman pêngaveke girîng bû, ji ber ku Trump rakirina cezayan ragihand "ji bo ku derfeteke nû bide Sûriyeyê ji bo avakirina siberoja xwe".
Rojnameyê tekez kir ku serkeftina vê pêngavê girêdayî hewlên Sûriyeyê bi xwe ye, ji bo avakirina dewleteke nûjen, bidestxistina aştiya navxweyî û destpêkirina plana jinûveavakirinê.
‘EWROPA ÎSRAÎLÊ CEZA DIKE’
Rojnameya El Xelîc der barê Filistînê de bal kişand ser vê yekê ku helwestên navneteweyî yên li hember Îsraîlê hatine guhertin û destnîşan kir ku êdî cîhan bi tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê têr nabe, lê ber bi gavên pratîk ve diçe.
Rojnameyê destnîşan kir ku dîmena Îsraîlê ya li dewletên rojavayî ku wek navendeke demokrasiyê ye, winda bûye, bi taybetî piştî zêdebûna sûcên wê yên li Xezayê, lewma êdî wek dewleteke derzagonî tê naskirin.
El Xelîc her wiha nivîsand: "Daxuyaniyên navneteweyî yên Fransa, Brîtanya û Kanadayê, li gel pêşniyarên Ewropayê yên ji bo rawestandina peymana hevkariyê bi Îsraîlê re û biryarên Brîtanyayê yên ji bo rawestandina dan û standinên bazirganiyê û sepandina cezayan, nîşana destpêkirina îzolasyoneke siyasî û aborî ya li hember Tel Avîvê ye.”
(k)