Karwanê alîkariyê gihaşte gundewarên Laziqiyê

Karwanê alîkariyên mirovî yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî gundewarên Laziqiyê bû. Tê payîn ku alîkarî li kesên hewcedar were belavkirin.

Karwanê alîkariyê gihaşte gundewarên Laziqiyê
21 gulan, 2025   11:10
TEBQA

Di çarçoveya hemleya mirovî de ku ji aliyê Komeleya Mezopotamya ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tê birêvebirin, duh karwanekî alîkariyên mirovî ji deriyê El Bûasî yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên desthilata Şamê de, ber bi herêmên peravê ve kete rê.

Li gorî agahiyan karwan îro danê sibehê gihaşte gundewarên Laziqiyê.

Ev cara duyemîn e ku alîkariyên mirovî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo herêmên peravê tên rêkirin.

Şêniyên kantona Reqayê li Pira Nû ya bakur pêşwazî li karwanê kiribû û alîkariyên zêde pêşkêşî wan kirin. Karwanê alîkariyan ji hezar û 500 selikên xwarinê pêk tê û li 2 kamyonan barkirî ye.

(k)