Rageşiya li dijî Îranê û guhertinên li Tahranê rojeva medyaya Erebî bû

Medyaya Erebî bal kişand ser bandorên şerê li Îrnê li ser soberoja Konseya Hevkariya Kendavê û guhertinên di nav Îranê de piştî kuştina Rêberê Bilind Elî Xameneyî û hilbijartina cîgirê wî.

Rageşiya li dijî Îranê û guhertinên li Tahranê rojeva medyaya Erebî bû
9 adar, 2026   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser geşedanên pevçûna berdewam a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîk û Îsraîlê li aliyekî û Îranê li aliyê din nivîsî.

KONSEYA HEVKARIYA KENDAVÊ PIŞTÎ ŞERÊ ÎRANÊ WÊ ÇAWA BE?

Rojnameya El Ereb a li Londonê siberoja Konseya Hevkariya Kendavê di nirxandine, û destnîşan kir ku helwesta yekgirtî ya welatên endam li hember êrişên Îranê, bi kêmanî bi awayekî şeklî be jî, hevgirtina vê bloka herêmî nîşan daye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Konseyê di mehên dawîn ên sala 2025`an de ji ber nakokiyên di navbera Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî de li ser pirsgirêkên herêmî, bi taybetî Yemen û Sûdanê, aloziyên navxweyî jiyan kiriye, ku bûye sedema astengiyek demkî ya xebata wê.

Tevî vê yekê, Konseyê berê krîzên kûr derbas kiriye, bi taybet nakokiya bi Qeterê re têkildarî helwesta wê ya li ser Îxwan El Muslimîn û rola qenala El Cezîreyê.

Rojname diyar kir ku şerê heyî dikare bibe sedema Rojhilata Navîn a cuda, û dibe ku bibe sedema formuleke nû ji bo Konseya Kendavê, ger guhertinên mezin di nav Îranê de çêbibin.

SKY NEWS: BIRYARA BIDAWÎKIRINA ŞER DI DESTÊ WASHINGTON Û TEL AVIVÊ DE YE

Sky News Arabia li ser zimanê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump vegot ku wî gotiye biryara bidawîkirina şerê bi Îranê re dê biryareke hevbeş di navbera wî û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de be, û gotina dawî li ser dema bidawîkirina operasyonên leşkerî di destê Trump de ye.

Trump her wiha destnîşan kir ku bihayên petrolê, ku ji ber şer zêde bûne, dikarin piştî rawestandina şer bi lez dakevin.

REUTERS: ÎRAN RIKBERIYA TRUMP KIR Û KURÊ XAMENEYÎ WEKÎ RÊBERÊ BILIND HILBIJART

Di çarçoveya pêşketinên di nav Îranê de, Reuters ragihand ku Meclîsa Pisporan Mocteba Xameneyî wekî Rêberê Bilind ê nû hilbijart, li şûna bavê wî, Elî Xameneyî, ku di destpêka şer de di êrişeke Amerîkî-Îsraîlî de hatibû kuştin.

Ajansê diyar kir ku ev gav serdestiya aliyên muhafezekar a tundrew di nav rejîma Îranê de xurt dike û dikare bibe sedema berdewamiya nêzîkatiya pevçûnê bi DYA`ê û Îsraîlê re.

Şîrovekaran diyr kir ku hilbijrtina Mocteba Xameneyî peyameke wiha ye ku serokatiya Îranê di vî şerê de tawîzan nade.

(k)