HRW: Îsraîlê di êrişên li ser Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî ragihand ku artêşa Îsraîlê di êrişên li ser bajarokê Yehmûr ê başûrê Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye.

HRW: Îsraîlê di êrişên li ser Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye
9 adar, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) îro raporek weşand.

HRW'ê di raporê de destnîşan kiriye ku artêşa Îsraîlê 3'yê Adarê di êrişa bi obîsan a li ser bajarokê Yehmûr ê li başûrê Lubnanê de fosfora spî ya şewitandinê bi kar aniye.

HRW'ê diyar kir ku tîmên wê 7 wêne lêkolîn kirine ku nîşan didin teqemeniyên fosfora spî li ser devereke niştecihbûnê diteqin, bi kêmanî 2 xanî û erebeyekê dişewitin.

Pisporê kar û barên Lubnanê yê HRW'ê de Remzî Qeys got bikaranîna neqanûnî ya fosfora spî ji hêla artêşa Îsraîlê ve li ser deverên niştecihbûnê fikarên mezin çêdike û dê encamên wêranker ji bo sivîlan çêbin.

Remzî Qeys got, divê Îsraîl tavilê van kiryarên xwe rawestîne û divê dewletên ku çekan didin Îsraîlê jî zextê lê bikin ku bikaranîna van teqemeniyan li deverên niştecihbûnê rawestîne.

Piştî kuştina rêberê bilind ê olî yê Îranê Elî Xamineyî di êrişên Îsraîlê û DYA’yê de, Hizbullah li dijî Îsraîl û DYA'yê ket şer. Li hemeberî vê yekê jî Îsraîlê êriş li dijî Lubnanê dan destpêkirin. Li gorî zanyariyan di êrişan de derdora 400 kes hatine kuştin û zêdetirî nîv milyon kes ji başûrê Lubnanê koçber bûne.

(bb)