Rageşiya di navbera DYA û Îranê de: Tengava Hurmuzê hat girtin

Di çend saetên dawîn de careke din rageşî di navbera DYA û Îranê de çêbû. Ev yek bi êrişên Amerîkayê yên li dijî Îranê dest pê kirin. Îran di bersivdayînê de baregehên amerîkayê yên li herêmê kirin hedef û Tengava Hurmuzê girt.

Rageşiya di navbera DYA û Îranê de: Tengava Hurmuzê hat girtin
12 tîrmeh, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku weke bersiva li êrişa li ser keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmuzê, wan li nêzî 140 hedefên li Îranê xistine.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM'ê, êriş li navendên fuze û balafirên bêmirov, hêzên deryayî, depoyên cebilxaneyan, tora têkiliyê û nuqteyên peravî yên çavdêriyê hatiye kirin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM)  îdîa kir ku artêşa Pasdarên Îranê êrişî keştiyeke bazirganiyê kiriye û li ser vê yekê li dijî wî welatî pêleke nû ya operasyonên leşkerî dane destpêkirin.

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth diyar kir ku Îranê bi gulebarankirina keştiyeke din a li Tengava Hurmuzê “hilbijartineke şaş kiriye” û ragihand ku Îran bedela vê yekê bi êrişên nû yên DYA’yê dide.

Li gor IRNA‘yê, piştî derbeyan, artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê heta daxuyaniyeke din ji bo trafîka deryayî hatiye girtin.

Sermuzakerevanê Îranê Muhammed Bakir Galîbaf der barê mijarê de got "Dema lihevkirinên yekalî bi dawî bû".

Galîbaf anî ziman ku divê aliyên din sozên xwe bi cih bînin an dê berdêlan bidin.

Artêşa Pasdaran ragihand ku wan roja yekşemê li Tengava Hurmuzê li keştiyeke duyemîn xistine û ew xistine rewşeke wiha ku nikaribe bê bikaranîn.

Her wiha îdia kir ku Bingeha Hewayî ya Stratejîk a DYA’yê ya El Udeyd a li Qetarê bi moşekên balîstîk hatiye hedefgirtin û li gel navenda lênihêrîna balafirên şer, navendên fermandarî û kontrolê jî hatine rûxandin.

Artêşa Pasdaran ragihand ku wê di qonaxa sêyemîn a bersivdayîna êrişên leşkerî yên Amerîkayê de navendên piştgirî û dagirtina sotemeniyê yên keştiyên balafiran ên Amerîkayê li bendera Duqmê ya Omanê û  navendên piştgiriya lojîstîkî ya keştiyên Hêza Deryayî ya Amerîkayê kirine hedef.

(bb)