Li Şedadê êriş: Zarokek hat kuştin, bav û birayê wî birîndar bûn

Li bajarê Şedadê di êrişekê de zarokek hat kuştin û bav û birayê wî hatin birîndarkirin.

Li Şedadê êriş: Zarokek hat kuştin, bav û birayê wî birîndar bûn
7 adar, 2026   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenad Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Şedadê yê li başûrê Hesekê di êrişeke çekdarî de zarokek hat kuştin û bav û birayê wî hatin birîndarkirin. 

Li gorî SOHR'ê êriş li nêzî baregeha leşkerî hat kirin û zarok di cih de jiyana xwe ji dest da û bav û birayê wî jî veguhastin nexweşxaneyê.

Hin şêniyan, hêzên hikumeta demkî yên li baregehê tawanbar kirin ku êriş ji aliyê wan ve hatiye kirin.

(bb)