Qurbaniyên komkujiya Ermenan hatin bibîranîn

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qurbaniyên komkujiya ku Osmaniyan berî 109 salan li dijî Ermenan pêk anîbû, hatin bibîranîn. Hate diyarkirin ku neviyên Osmaniyan komkujiyan didomînin, bêyî ku hesab ji wan bê pirsîn.

24 nîsan, 2024   15:06
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermenî û Yekitiya Jinên Ermen bi boneya salvegera 109’an a Komkujiya Ermenan merasîmek li dar xist.

Merasîm bi dirûşma "Xwîna şehîdan nifşekî serhildêr ava kir", li Hola Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Li gel pêkhateya Ermen, endamên saziyên sivîl, şandeyên MSD’ê, TEV-DEM’ê, endamên partiyên siyasî, civakî, şervan û fermandarên QSD û rûspiyên eşîran beşdarî merasîmê bûn.

Piştî pêxistina mûman, hevseroka Meclisa Giştî ya Civakî ya Ermenî Arîf Qasabiyan bal kişand ser hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên ku bi dest xistine.

Arîf Qasabiyan diyar kir ku zîhniyeta pê komkujî li dijî Ermenan  hatiye kirin, di siyaseta dewleta Tirk a dagirker de aşkera xuya dibe û got dewleta Tirk hewl dide civaka Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya hêzên navneteweyî cesaretê digire û komkujiyan pêk tîne. Xerîb Hiso bal kişand ku heman komkujiya li dijî Ermenan li Enfalê hate kirin.

Di dawiyê de şanoyek li ser komkujiyên li dijî Ermenan pêşkêş kir. Piştre Koma Nofa muzîkên gelêrî yên ermenkî pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA