Ji Dayikên Aştiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan

Dayikên Aştiyê tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Ji Dayikên Aştiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
24 nîsan, 2024   15:17
MINBC

Mecilsa Dayikên Aştiyê ya Minbicê têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda bajarê Minbicê ji aliyê dayika şehîd Ehmed Kenan ve Emîna Kanan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rayedarên Tirk ên mafên bingehîn ên Rêber Abdullah Ocalan bin pê dike û ji  25’ê Adara 2021’ê de agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Dayikên Aştiyê, di serî de CPT’yê bang li saziyên mafên mirovan kir ku berpirsyarên xwe li hemberî Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û ji bo rakirina tecrîda li ser wî bixebitin.

Dayikên Aştiyê diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên komploger bi siyaseteke  qirêj Rêber Abdullah Ocalan revand û xwestin îradeya wî û berxwedana wî ya bêhempa têk bibin.

Dayikên Aştiyê diyar kir ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.

(ha)

ANHA