Qurbanekî din ê siyaseta PDK`ê

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurditsanê rojnamevanekî dema xwepêşandana ku biryar bû ji aliyê Partiya Komunîst a Kurdistanê ve bihata lidarxistin, dişopand ji aliyê hêzên ewlehiyê yên PDK`ê ve hate destgîrkirin.

Qurbanekî din ê siyaseta PDK`ê
5 sibat, 2024   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Hewlêrê Partiya Komunîst ya Kurdistanê ji bo piştgirî bide daxwazên mamoste û karmendên li Başûrê Kurdistanê xwest çalakiyekê lidar bixe, lê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate astengkirin.

Rojnamevanê bi navê Diyako Hisên ku dixwest çalakiyê bişopîne, ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate destgîrkirin.

Der barê mijarê de, birayê rojnamevan Diyako Hisên, Diyar Hisên ji ajansa me re axivî. Diyar Hisên got; “Birayê min îro ji bo şopandina çalakiya Partiya Komunîst çû ber derê Encûmena Wezîran ya ku çalakî li ber dihat kirin. Lê ji aliyê hêzên asayîşê ve, hate destgîrlorom û heya niha jî em çarenûsa wî nizanin.”

(şx)