Stargehên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê hatin rûxandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di beşa muhecîrat a kampa Holê de 2 tonelên mezin ên di 2 odeyan re qul in û ji bo veşartinê hatine hazirkirin, tijî ax kirin.

Stargehên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê hatin rûxandin
5 sibat, 2024   15:48
HESEKÊ

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di kampa Holê de berdewam e. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 2 tonelên mezin ku di 2 odeyan re qul in û ji bo veşartinê hatine hazirkirin, di beşa muhecîrat de dîtin.

Her wiha aşkera kir ku her du tonelan tijî ax dike.

(şx)