QSDˋê bersiv da: Li gundewarê Minbicê depoyeke cebilxaneyan hat rûxandin

QSDˋê di çarçoveya bersivdana êrişên dawîn li dijî welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de depoya cebilxaneyan a çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûrê bajarê Minbicê rûxand.

QSDˋê bersiv da: Li gundewarê Minbicê depoyeke cebilxaneyan hat rûxandin
17 ÇILE, 2025   00:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beriya çend kêliyan agahiyên der barê rûxandina depoyeke cebilxaneyan a çeteyên dewleta Tirk a dagirker da.

Li gorî navendê, ev yek di çarçoveya bersivdana sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate kirin. Şervanên QSDˋê depoya cebilxaneya çeteyan a li gundê Sekawiyê yê başûrê Minbicê hedef girt. Di encamê de depo hat rûxandin û gelek çete jî hatin kuştin.

Der barê hûrgiliyan de navendê wiha daxuyand: "Di çarçoveya berisvdana sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê nwê de hêzên me depoyeke çek û cebilxaneya çeteyan li gundê Sekawiyê yê bajarê Ebû Qelqel ê başûrê bajarê Minbicê de rûxand. Her wiha hat teqezkirin ku bi wê re jî gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn."

(fr)