Hûrgiliyên qetilkirina jineke ducanî

Welatiyê bi navê Mihemed (Ebû Îslam) got, "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Silokê yê gundewarê Girê Spî yê dagirkirî di êrişeke çekdarî de hevjîna min a ducanî û kurê min qetil kirin."

Hûrgiliyên qetilkirina jineke ducanî
17 ÇILE, 2025   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh li bajarokê Silok ê bajarê Girê Spî yê dagirkirî li dijî malbata malbaa Mihemed (Ebû Îslam) êrişeke çekdarî pêk anî. Di encamê de hevjîna Mihemed a ducanî û kurê wî hatin qetilkirin.

Ebû Îslam diyar kir ku dema bûyer pêk hat wî tevî malbata xwe pêdiviyên malê dikirîn, 3 erebeyên çeteyên Polîsên Leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker rê li pêş wan birîn û yekser gule li wan barandin. Di encamê de hevjîna wî ya ducahî û kurê wî hatin qetilkirin.

Ebû Îslam destnîşan kir ku navên êrişkaran in Ebû Ayşe El Kezex û pismamê wî Ebû Omer El Şamî ne.

Ebû Îslam aşkera kir ku armanca êrişî ew bû ku çete erebeya wî ya xwedî qîmet bistînin.

Ebû Îslam anî ziman ku çeteyan nehişt ew birîndaran rake nexweşxaneyê û bi darê zorê hişt jin û zarokên birîndar ji erebeyê dakevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mihemed ji gundê Sêgiro yê bakurê Girê Spî ye.

(fr)