QSDˈê şehadeta 4 şervanan ragihand

QSDˈê nasnameyên 4 şervanên ku 21 û 22ˈê Mijdarê de şehîd bûne aşkera kirin.

QSDˈê şehadeta 4 şervanan ragihand
24 mijdar, 2024   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 4 şervanan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Hevreyên me Hogir Reqa (Fîras Mihemed Bîco) di encama teqîna mayînek berê ya çeteyên DAIŞˈê de li gundê Qeremox ê  Kobanê û Heqî Qamişlo (Mihemed Ebas) di encama qezayekê de li bajarê Hesekê şehîd bûne. Hevreyên me Rêzan (Ehmed Ewad Rehal) ji ber teqîna mayînekê li bajarokê Ezba yê Dêrazorê û Dilşêr Bakur (Mehmûd Mihemed Qerataş) di encama qezaya trafîkê li bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê şehîd bûn.

Hevgerên me Hogir Reqa, Heqî Qamişlo, Rêzan û Dilşêr Bakur bi rihekî hevalatiyê di nava refên hêzên me têkoşîn kirin, her tim li eniyên berxwedanê bû û li hemberî rêxistina DAIŞ a terorîst û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mînakên herî watedar ên berxwedan nîşan da.

Bila serê me, serê malbatên her çar şehîdan û tevahî malbatên şehîdan sax be. Em teqez dikin ku roj bi roj îsrara me ya domandina xeta berxwedan û têkoşîna şehîdên me zêdetir dibe heya ku bi serketinê tacîdar bibe."

Agahiyên der barê şervanên şehîd de wiha ne:

Nasnav:  Hogir Reqa

Nav û paşnav: Fîras Bîco

Navê dayikê: Selca

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Gundê Qeremox-Kobanê-21 Mijdar 2024

******

Nasnav:  Heqî Qamişlo

Nav û paşnav: Mihemed Ebas

Navê dayikê: Behiye

Navê bav: Elî

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 22 Mijdar 2024

******

Nasnav:   Rêzan

Nav û paşnav: Ehmed Rehal

Navê dayikê: Wedha

Navê bav: Ewad

Cih û dîroka şehadetê: Bajarokê Ezbe-Dêrazor 21 Mijdar 2024

*******

 Nasnav:  Dilşêr Bakur

Nav û paşnav: Mehmûd Qetetaş

Navê dayikê: Mihemed

Navê bav: Fedîle

Cih û dîroka şehadetê: Gundê Şiyûx-Kobanê- 21 Mijdar 2024

(bb)