Li nêzî balyozxaneya Îsraîlê ya li Urdinê êriş

Çekdarekî êriş hêzên ewlehiyê yên balyozxaneya Îsraîlê ya li Urdinê kir û di encamê de êrişker hate kuştin û 3 hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Li nêzî balyozxaneya Îsraîlê ya li Urdinê êriş
24 mijdar, 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlehiyê yên Urdinê ragihand ku çekdarekî êriş hêzên ewlehyê yên balyozxaneya Îsraîlê ya li Urdinê kiriye û di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Urdinê (Betra) ku agahiyên xwe ji gerînendetiya ewlehiya giştî wergirtine ragihand ku "bi guleyan êriş dewriyeyeke hêzên wan li herêma Rabiye ya baytexta Urdin Emmanê hatiye kirin û di encamê êrişker hate kuştin."

Ruetres`ê jî ku agahiyên xwe ji şahidan wergirtine da zanîn ku polîsên Urdinê piştî dengê guleyan hatiye bihîstin, dora balyozxaneya Îsraîlê girtiye.

Çavkaniyeke ewlehiyê jî got polîsan bang li şêniyan kiriye ku di mala xwe de bin heta ku hêzên ewlehiyê êrişker bigire.

Li herêma nêzî balyozxaneyê pirî caran xwepêşandan li dijî Îsraîlê tên lidarxistin.

(şx)