Komeleya Gaziyên Dêrazorê hat avakirin

Yekemîn Konferansa Gaziyên Dêrazorê bi şîara, “Em ê şoreşa bi fikir û felsefeya Rêber Apo ava bûye bi hemû hêza xwe biparêzin” hat lidarxistin.

Komeleya Gaziyên Dêrazorê hat avakirin
24 mijdar, 2024   09:37
DÊRAZOR

Konferansa Yekemîn a Komeleya Gaziyên Dêrazorê duh bi beşdariya bi dehan gaziyên şer û mêvanan bi şîara, “Em ê şoreşa bi fikir û felsefeya Rêber Apo ava bûye bi hemû hêza xwe biparêzin” pêk hat. 

Cihê konferansê bi wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê û yên Rêber Apo hat xemilandin.

Konferansa bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Li dû hilbijartina dîwanê nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî gaziyan, peyama QSD û Tevgera Jinan a ji bo gaziyên şer hatin xwendin.

Di konferansê de li ser navê rêveberiya herêmê ya leşkerî, Desteya Hundirîn, Meclîsa Giştî ya Gel,  Meclisa Malbatên Şehîdan û Kombûna Jinan a Zenûbiya axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de rola gaziyan a di nav şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku vegotin û konferansa komeleya Gaziyên Dêrazorê hat pîrozkirin.

Piştî xwendina rêziknameya komeleyê, guftûgo û nirxandin hatin kirin. Li dû nîqaş û nirxandinan rêziknameya komeleyê hat qebûlkirin.

Di konferansê de der barê şêwazê rêxistinî, perwerde, xebat û rola gaziyan de jî nirxandinên berfireh û girîng çêbûn.

Di konferansê de 17 kes ji bo Meclisa Komeleya Dêrazorê hatin hilbijartin û navê komeleyê weke Komeleya Şehîd Hisên hat pejirandin.

Konferans piştî axaftina girtinê bi dirûşma, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(ekîp/bb)

ANHA