QSD‘ê şehadeta 8 şervanan ragihand

QSD‘ê bi daxuyaniyekê şehadeta 8 şervanên xwe ragihand û soza domandina rêya wan da.

QSD‘ê şehadeta 8 şervanan ragihand
14 hezîran, 2026   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîsekî şehadeta 8 şervanan ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 8 şervan dema erka xwe ya têkoşînî û exlaqî pêk dianîn di dem û cihên cuda de şehîd bûne.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin "Hevrê Dilovan dema mîsyona xwe bi cih dianî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû. Hevrê Mesûd, Demhat, Seydo, Sewac, Şervan, Ferhad û Henan piştî ku berxwedanê mezin raber kir û heya kêliya dawîn li ser erka xwe bûn, di êrişên komên êrişkar ên Şamê de gihaştin asta şehadetê.

8 şehîdan di dirêjiya tevlêbûna xwe ya nava hêzên me de, mînakên dilsozî, dîsîplîn û fedakarî nîşan dan. Mîrateyek fedakarî û dayîn li pey xwe hiştin. Bi şehadeta wan re, hêzên me bi dilsoziya xwe ya bêdawî û amadebûna xwe ya domdar ji bo hilgirtina berpirsiyariyê di şert û mercên herî dijwar û aloz de têne nasîn winda kirin.

Em bi serferazî fedakariyên wan bi bîr tînin. Em teqez dikin ku dê xwîna wan şahida îradeya parastina rêgezên ku jê bawer bûn, bimîne. Em sersaxiyê ji malbat, xizm û hevrêyên wan re dixwazin. Em soz didin şehîdên xwe û hevrêyên wan ku em ê bi israr û birydardarî û hemû rêbazan têkoşîna wan bidomînin."

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav: Dilovan

Nav û paşnav: Mistefa Mistefa

Navê dayikê: Eslem

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Sirîn

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-10 Hezîran  2026

Nasnav: Mesûd

Nav û paşnav: Mesûd Mihemed

Navê dayikê: Elîfe

Navê bav: Reşîd

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-18 Çile 2026

Nasnav: Demhat Efrîn

Nav û paşnav: Welîd Îbrahîm

Navê dayikê: Elîfe

Navê bav: Silêman

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 18 Çile 2026

Nasnav: Seydo Efrîn

Nav û paşnav: Welat Maimo

Navê dayikê: Şêrîn

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 18 Çile 2026

Nasnav: Sewac

Nav û paşnav: Egîd Hebeş Bîlal

Navê dayikê: Medad

Navê bav: Beşîr

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 25 Kanûn 2025

Nasnav: Şervan Heleb

Nasnav: Ebdo Mûsa

Navê dayikê: Hela

Navê bav: Mûsa

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 17 Çile 2026

Nasnav: Ferhad Bilbil

Nav û paşnav: Rêzan Mihemd

Navê dayikê: Elmasa

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 18 Çile 2026

Nasnav: Henan

Nav û paşnav: Henan Hebeş

Navê dayikê: Zelûx

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 18 Çile 2026.

(bb)