Zelensky: Me li tesîseke petrolê û kargeheke kîmyewî xist

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku hêzên Ukraynayê duh bi şevê cihên lojîstîkî yên Rûsyayê, tesîseke petrolê li Yaroslavl û kargeha kîmyewî ya Azot li Tulayê kirin hedef.

Zelensky: Me li tesîseke petrolê û kargeheke kîmyewî xist
14 hezîran, 2026   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku hêzên Ukraynayê duh bi şev êrişî tesîseke petrolê li herêma Yaroslavl a Rûsyayê û kargeha kîmyewî ya ‘Azot‘ ya li herêma Tulayê kirin.

Zelensky di nivîsekê de ku îro li ser X‘ê parve kir got, kargeha ‘Azot‘ tesîseke girîng ji bo hilberîna teqemeniyan li Rûsyayê ye. Her wiha destnîşan kir cihên lojîstîkî yên leşkerî yên Rûsyayê yên li herêmên Ukraynayê yên di bin kontrola Moskovê de jî hatin hedefkirin.

(bb)