QSD`ê nasnameya şervanekî aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di berxwedana li hember êrişeke şaneyên DAIŞ`ê de li herêma Mihêmîde ya rojhilatê kantona Dêrazorê, şervanê wan Şahîn şehîd bûye.

QSD`ê nasnameya şervanekî aşkera kir
21 îlon, 2025   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) aşkera kir ku şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê êriş herêma Mihêmîde ya rojhilatê kantona Dêrazorê kiriye lê şervanên hêzê êriş bersivandiye. Di berxwedana li hember êrişê de, şervanê wan Şahîn (Mihemed Elî El Xelîl) şehîd bûye. 

Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin: “Hevalê me Şahîn (Mihemed Elî El Xelîl) di berxwedana li hember êrişa şaneyeke DAIŞ`ê de li herêma Mihêmîde ya rojhilatê kantona Dêrazorê de şehîd bûye.

Em sersaxî ji malbata şehîd û malbatên tevahî şehîdên me dixwazin û soz didin wan ku tola şehîdên xwe ji kujeran hilînin. Fedakariyên wan bi serkeftinê tacîdar bikin, terorê ji kokê ve biqelînin.

Nasnameya şehîd Şahîn wiha ye;

Nasnav: Şahîn

Nav û paşnav: Mihemed Elî El Xelîl

Navê dayîkê: Meryem

Navê bav: Elî

Cihê jidayîkbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Mihêmîde/ Dêrazor, bersivandina êrişa şaneyên DAIŞ`ê, 20`ê Îlona 2025.”

(şx)