Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin

Şêniyên kantona Dêrazorê salvegera 22'yemîn a damezirandina PYD'ê pîroz kir. Şêniyan diyar kir ku peyama partiyê peyama projeya demokratîk a giştî ye.

Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD'ê li Dêrazorê hat pîrozkirin
21 îlon, 2025   21:39
DÊRAZOR

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 22'yemîn a damezirandinê çalakiyek li kantona Dêrazorê li dar xist. Di çalakiyê de endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, nûnerên komîteyên Meclisa Rêveber, nûnerên komîteyên jinan û yên Meclisa Ermenî beşdar bûn.

Di serî de hevserokê PYD'ê li kantonê Casim El Hor nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo eşîrên Ereb xwend.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber Huda El Xenam salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Hevseroka PYD'ê Perwîn Yûsif jî destnîşan kir ku peyama partiya wan avakirina projeyeke demokratîk û giştî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê ye.

Perwîn Yûsif diyar kir ku rêya tekane û ya herî guncaw ji bo pêkanîna aramiyê diyaloga niştimanî û sazkirina destûreke demokratîk e ku bikare azadî û edaletê û mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

Di dawiya axaftina xwe de Perwîn Yûsif destnîşan kir ku PYD'ê girêdana xwe bi peymana 10'ê Adarê teqez dike û wê wekî rêyeke niştimanî dibîne.

Piştre nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê di peyamên xwe de rola dîrokî û domdar a PYD'ê di parastina mafan de silav kir û teqezî bi domandina xebatên hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de, da.

Çalakî bi sohbet û xurtkirina têkiliyan bi dawî bû.

(mh)

ANHA