QSD’ê li Dêrazorê tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine

QSD’ê  ragihand ku wê li gundewarê Dêrazorê li hemberî tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, tedbîrên ewlehiyê zêdetir kiriye.

QSD’ê li Dêrazorê tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine
29 nîsan, 2025   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li gundewarê kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Di du rojên dawîn de rêxistina DAIŞ a terorîst li Dêrazorê rêze êrişên terorî pêk anîn.  Ev êriş planên xeternak ên rêxistina terorîst nîşan dide.  Êrişek li bajarokê Cezrat ê gundewarê rojavayê Dêrazorê û yek din li bajarokê Dîbanê yê rojhilatê Dêrazorê li dijî erebeyeke leşkerî pêk hatin. 5 şervanên me di dema bersivayîna van êrişan de şehîd bûn  û hin din birîndar bûn.

Ligel zêdebûna tevgerên şaneyan û çalakiyên wê yên terorîst li Sûriyeyê û bi taybetî li Dêrazorê, hêzên me bi hemû meclisên xwe yên leşkerî, li hemberî planên terorîstî yên plankirî, tedbîrên ewlehiyê û dewriyeyên xwe li herêmê zêdetir kirine. Rêxistina DAIŞ a terorîst hewl dide bighêje asteke sabit a çalakiyên terorî yên li dijî hêzên leşkerî, rêveberî û saziyên civakî.

Hêzên me teqez dikin ku ew amade ne şaneyên terorî yên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, bişopîne. Her wiha teqez dikine ku di hemû mercan de mîsyona xwe ya parastina şêniyan bidomîne."

(bb)