Rêveberiya Xweser bi boneya 1’ê Gulanê betlane ragihand

Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê betlaneya fermî ragihand.

Rêveberiya Xweser bi boneya 1’ê Gulanê betlane ragihand
29 nîsan, 2025   13:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya 11’an derxist. 

Di biryarnameyê de hate gotin, bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, tevahî saziyên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Pêncşemê (1 Gulan 2025) dikin betlane.

Her wiha hate diyarkirin ku saziyên giştî yên ku karê wan berdewamiyê dixwaze, di biryarnameyê de cih nagirin.

(bb)

ANHA