QSD'ê hewldanên şaneyên çeteyan yên li Tepqa têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hewldanên şaneyên ku hewl didan li bajarê Tebqayê aloziyê derxin û ewlehiyê têk bibin.

QSD'ê hewldanên şaneyên çeteyan yên li Tepqa têk bir
18 ÇILE, 2026   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDê der barê rewşa li kantona Tebqayê daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Hêzên me sê kes girtin ku hewl dan bi gulebarankirina malên sivîlan bikin  li bajarê Tebqayê aloziyê derxin girtin. Hêzên me tedbîrên pêwîst girtin û ewlehî û aramiya bajêr vegerandin.

Her wiha diyar kirin ku Hêzên wan li bajarokê Mensûra pevçûnên dijwar e. Ev pevçûnên beşek ji hewldanên wan yên ji bo têkbirina êrîşan û parastina sivîlan e.