Bîlançoya êrişên li ser Helebê: 8 şehîd, 55 birîndar

Bîlançoya êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde derket 8 şehîd û 55 birîndar.

Bîlançoya êrişên li ser Helebê: 8 şehîd, 55 birîndar
8 ÇILE, 2026   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne perwerdekirin ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde de dewam dikin. Di êrişan de qadên sivîlan û binesaziya taxan tên hedefkirin.

Li gorî agahiyênku nûçegihanê me ji taxê ragihandine, di êrişan de şêniyek din bi navê Osman Îbrahîm Misirî  şehîd bû û Cemîl Ebduselam Rezo (45) birîndar bûn.

Bi vê yekê hejmara sivîlên ku di êrişan de şehîd bûne bû 8 û hejmara birîndaran jî derket 55’an.

 (b)

ANHA