Li Fransaya li dijî Ehmed Şeri doz hate vekirin

Hevbendiya Fransî-Ewlehî li dadgehên Fransî li dijî Ehmed El Şeri hejmarek berpirsên din ên desthilata Şamê doz vekiriye.

Li Fransaya li dijî Ehmed Şeri doz hate vekirin
24 gulan, 2025   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Radio France duh (În 23 Gulan 2025) ragihand ku Hevbendiya Fransî-Ewlehî ya ku ji kesayetên mezhebên cuda yên Sûriyeyê pêk tê, doz li dijî serokê desthilata Şamê û hin berprisên din ên desthilatê vekirin.

Radio France diyar kir ku hevbendiya navborî li dijî serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri, wezîrê parastinê yê desthilata Şamê Muhref Ebû Qesra, wezîrê kar û barên derve Eseed El Şeybanî, wezîrê kar û barên hundirîn Enes Xetab û fermandarê Firqeya 25’an a wezareta parastinê Mihemed Casim doz li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (CPI) vekirine.

Di dozê de hatiye destnîşankirin ku kesayetên navborî berpirsên komkujiyan e ku di Adar û Gulanê de hatine kirin. Hate diyarkirin ku di encama komkujiyan de di navbera 1700-2000 de kes ji kêmneteweyîn olî û etnîkî yên li welat hatin qetilkirin.

Ji komîteya yasayî ya Koalîsyona Fransî-Elewî Lina Perron da zanîn ku gilî li ser navê gelê Sûriyeyê hatiye pêşkêşkirin.

 Serokê hevbendiyê parêzer Pedro Andujar anî ziman ku sûcên hatine kirin bi wêne û dîmenan hatine belgekirin.

Endamên hevbendiyê xwestin ku li gorî pergala bingehîn a Romayê dimildest lêpirsîn bi Ehmed El Şeri û rayedarên din ên desthilatê re bê kirin. Her wiha anî ziman ku ev gav dê li ber dûbarebûna van sûcan bigire, di heman demê de ji bo çi kesên ku xwe di ser qanûnê re dibînin peyameke zelal e.

(bb)