QSD û YPJ bersivên tund didin êrişkaran

Hat ragihandin ku şervanên YPJ û QSD’ê li herêma Rasefe bersivên tund didin êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê.

QSD û YPJ bersivên tund didin êrişkaran
17 ÇILE, 2026   19:01
TEBQA

Komên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê, tevlî lihevkirina ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî hatiye çêkirin jî, êrişên xwe yên li dijî xalên QSD’ê didomînin. 

Li gorî lihevkirinê gelek cihên ku divê di kontrola QSD’ê de bin, rastî êrişa çeteyan tên.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku ji bilî  Dibis Efnan û Derîyê Boasî yên rojavayê Tebqayê û gundê Heqil El Sewra ku dikeve başûrê Tebqayê, çete li gundê Rasefe yê li başûrê Tebqayê jî êriş dikin.

Şervanên QSD û YPJ’ê bersivên tund didin êrişkaran û derbeyan li wan dixin. Nûçegihanan diyar kir ku heta niha gelek hewldanên pêşveçûnên yên çeteyan hatine têkbirin.

Li herêmê pevçûn didomin.

(ekip)

ANHA