QSD′ê çeteyekî DAIŞ′ê girt

Yekîneyên Antî Teror yên QSD′ê  çeteyekî DAIŞ′ê li Reqayê girtine.

QSD′ê çeteyekî DAIŞ′ê girt
27 cotmeh, 2023   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antî  Terorê bi operasyonekê  çeteyekî DAIŞ′ê li Reqayê girtin.

Têkildarî opersayonê ev agahî hatin parvekirin:

′′Hêzên me li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ′ê didomînin.

Duh (Pêncşemê 26′ê Cotmehê), Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi desteka hewayî û çavdêriyê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li navenda bajarê Reqayê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina berpirsekî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst hat lidarxistin.

Yekîneyên me cihê terorîstê bi navê Muhened El Dendeh (Ebû Mihemed El Miwehid) dorpêç kir û wî girt. Ev terorîst agahiyên îstîxbaratî dida şaneyên rêxistina terorîst û bi rêya wî nuqteyên leşkerî û saziyên sivîl ên li herêmên me hatin hedefkirin.

Di operasyonê de yekîneyên miqdareke alav li cem terorîstî girtî hatin dîtin û ji aliyê yekîneyên me ve hatin desteserkirin. Alavê hatine desteserkirin ev in:

7 telefonên destan, 1 telefonên normal, belgeyên kesayetî û cîhazekî WiFi."

(bb)