Hunermend Bedirxan: Têkoşîn rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e

Derhêner Elî Bedirxan piştgiriya xwe ji pêngava cîhanî ya  "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nîşan da û got, têkoşîn rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Hunermend Bedirxan: Têkoşîn rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e
28 cotmeh, 2023   02:42
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Derhêner Elî Bedirxan ê ji Misirê ê bi eslê xwe Kurd e got, zexta ji aliyê gel ve ya ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan û axaftina li ser doza wî û binpêkirinên li dijî wî, wê  encamên erênî bi xwe re bîne

Der barê bêdengiya navneteweyî de Bedirxan anî ziman ku binpêkirinên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin, beş ji zulma cîhanî û navneteweyî ye ku ji sedên salan ve li ser gelemperiya gelê Kurd tê meşandin.

Bedirxan doza Kurd û ya Filistînê bi hev ve girê da û got: “Êş û azarên ku gelê Kurd dikişîne ji yên gelê Filistînê ne kêmtir in. Dibe ku zilma li ser Kurdan tê kirin, bi sedên salan ji ya li dijî Fililstiyan kevintir be.′′

Elî Bedirxand bang li cîhanê kir ku bi awayekî mirovî nêzîkî her du dozan bibin.

Derhêner Bedirxand bal kişand ser têkiliyên Kurd – Ereb û wiha axivî: “Kurd û Ereb xwedî heman berjewendî ne û nêzîkbûn û yekbûna wan girîng e. Bêyî bidawîkirina zulmê û bêyî rawestandina binpêkirinan, di heman demê de bêyî rêgirtina li ber cudekarî û nîjadperestiyê, li hember çi pêkhateyan an etnîkan, yekitî ne pêkan e.′′

Bedirxan îşaret pê kir ku divê peymana Sykes Picot a ′′Welatên Rojhilata Navîn parçe kir û zulm û krîz li herêmê afirandin" di ber çavan re bê girtin. Her wiha anî ziman ku avakirina dewleta Kurdistanê li ser xaka wan a dîrokî dê ji tevahî aloziyên li herêmê re bibe çareserî.

Elî Bedirxan diyar kir ku ji bilî berxwedan, bêkoşînê û ji bilî rakirina çekê li hemberî zulmê mafên Kurdan nayê bidestxistin û got: "Hêzên navneteweyî exlaq û nirxên ku pê bang dikin, pêk nayînin. Ev hêzanan ji bo berjewendiyên xwe û ji bo pêkanîna armancên xwe qetilkirina bi mîlyonan Kurd û Filistînî erê dikin û li hember komkujiyan bêdeng dimînin. Ez hêvî dikim pergaleke cîhanî ya nû li ser bingeha edaletê bê avakirin, ji ber ku pergala hemwext exlaq û nirxên mirovî ji dest çûye û bûye amûra hêzên mêtinger ên li dijî gelên bindest.”

(mh)

ANHA