Rêveberiya Xweser: Dawî li bêdengiya li hemberî êrişan bînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku divê bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bibe û got, vîna gel û xeta şehîdan rêya ber bi serkeftineke mayînde ve ye.

Rêveberiya Xweser: Dawî li bêdengiya li hemberî êrişan bînin
27 cotmeh, 2023   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk  a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û îro navçeya Dêrikê bombebaran kir. Di encamê de ji fermandarên QSD′ê Ferhad Dêrik (Şibilî Şibilî) şehîd bû û jinek û zarokek birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişan de daxuyaniyekê nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe hewl dide aramiya herêmên me têk bibe û tundrawiyê vegerîne. Dewleta dagirker hewl dide xebatên me yên ji bo têkbirina terorê asteng bike. Ji destpêka vê mehê ve saziyên sereke, çavkaniyên jiyanê û qadên sivîlan kirin hedef, bi vê yekê nêzî 5 mîlyon însan ji xizmetguzariyên sereke bêpar hiştin. Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî parêzvanên herêmê jî didomîne. Par şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li dijî terorê tê koşiyan û wan têk birin, kirin hedef.

Êrişa li dijî parêzvanên herêmê, îro li Dêrikê dubare bû. Dewleta Tirk a dagirker fermandarê QSD'ê Şibilî Dêrik kir hedef. Şibilî Dêrik bi hemû îmkanên xwe û bi awayekî profesyonel bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên tevkarên têkoşîna li dijî terorê re kar kir. Berê jî şehîd Şibilî hatibû hedefgirtin û di encamê de birîndar bû. Di êrişa îro de 2 zarok û birayê şehîd Şibilî birîndar bûn. Di heman rojê de Şîrketa Nema ya Çandiniyê ya li Dêrikê jî hat hedefgirtin û di encamê de qurbanî çêbûn û zirar gihîşt sivîlan. Ev êriş berdewama rêze êrişên li dijî navendên xizmetguzariyê ye.

Ev êriş me ji xeta têkoşînê ya li dijî tevahî planên dijber dûr naxe. Em ê li hemberî tevahî hewldanên bi armanca têkbirina vîna me û mafên me yên rewa rabin.  Di serî de Koalîsyona Navneteweyî, em bang li tevahî hêzên aktîf ên li Sûriyeyê dikin ku dawî li bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên li ser istiqrara herêmên me û hewldanên têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ û tundrawiyê bînin.

Em bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî dikin ku destekê bidin herêmê, nexasim piştî hedefgirtina saziyên sereke û binesaziya herêmê. Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbata şehîd Şibilî Dêrik û hevrêyên wî û tevahî malbatên şehîdên êrişên dewleta Tirk re dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn re dixwazin. Vîna gelê me û xeta şehîdên me rêya me ya ber bi serkeftineke mayînde ve ye."

(mh)

ANHA