QSD: Sîpan Hemo tu daxuyanî têkildarî hevdîtinên bi hikumeta Şamê re nedane

Fermandariya QSDˊê diyar kir ku endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Sîpan Hemo tu daxuyanî der barê hevdîtinên bi hikumeta demkî re nedane.

QSD: Sîpan Hemo tu daxuyanî têkildarî hevdîtinên bi hikumeta Şamê re nedane
6 ÇILE, 2026   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekî diyar kir ku daxuyaniyên dibêjin endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Sîpan Hemo der barê hevdîtinên bi hikumeta demkî re dane derew in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Em diyar dikin ku endamê Fermandariya Giştî ya hêzên me, Sîpan Hamo, tu daxuyanî ji rojnameya "Özgür Politika" re nedane û her tiştê ku li ser zimanê wî têkildarî hevdîtinên bi hikumeta Şamê re tê gotin, bi tevahî derew in. Parvekirin an ji nû ve belavkirina van agahdariyên şaş kiryarek bêberpirsiyar e û zirarê dide pêbaweriya raya giştî."

(fr)