PYD: Êrişên li dijî taxên Helebê berdewama siyaseta qetilkirin û koçberkirinê ye

PYDˊê diyar kir ku êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berdewama siyaseta qetilkirin û koçberkirinê ne.

PYD: Êrişên li dijî taxên Helebê berdewama siyaseta qetilkirin û koçberkirinê ye
6 ÇILE, 2026   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi fikareke mezin binpêkirinên berdewam ên li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, kiryarên bêberpirsiyarî û rêbazên hovane yên komên girêdayî hikumeta demkî pêk tînin, dişopîne. 

Di daxuyaniya PYDˊê de hat diyarkirin ku siyaseta qetilkirin û koçberkirinê ya sîstematîk ku ev kom pêk tînin berdewama metoda hedefgirtin û guhertina demokgrafîk a li dijî gelê Kurd nîşan dide.

PYDˊê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku berdewama dorpêçê û girankirina wê ji hêla hikumeta demkî ve rasterast krîzên mirovî zêde dike, nexasim li gel kêmbûna giran a sotemeniyê, xurdemenî û madeyên bingehîn. Ev hişyariyê li ser pêkanîna karesateke mirovî ya rastîn nîşan dide, bi taybet bandorê li ser zarok, jin û temenmezinan dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tevahî rêxistinên hiqûqî, qanûnî û mirovî berpirsiyariyên xwe yên elxaqî û qanûnî li hember binpêkirinên li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin, rabin û wan taxan biparêzin. Her wiha hikumeta demkî li ser nepêkanîna rakirina dorpêçê hat şermezarkirin.

PYDˊê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku diyalog û berdewama wê bijarteya bingehîn û çareseriya guncaw a rizgarkirina peymana 10ˊê Adarê ye, her wiha banga pabendbûna bi peymana 1ˊê Nîsanê hat kirin.

(fr)