Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb: 3 kes şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku di encama topbarana bêserûber a komên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de hejmara şehîdan bû 3 û birîndar bû 17.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb: 3 kes şehîd bûn
6 ÇILE, 2026   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê bîlançoya şehîd û birîndarên topbarana komên hikumeta demkî çêbûne de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Di encama topbarana bêserûber a komên hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de wekî bîlançoya destpêkê 3 kes di nav de 2 jin şehîd bûn û 17 kes birîndarin.

Topbaran û bombebarana bi dronan, gulebaranên rasterast bi seknavê û çekên doçka dewam dikin. Ev yek jiyana welatiyan dixin xeteriyê.

Berdewama van êrişan li dijî taxên niştecihan, binpêkirina qanûna mirovî ya neteweyî û sûcekî şer a zelal e.

Li gorî jêderên me, ev êriş plankirî û bi zanabûn e, bi awayekî sîstematîk binesazî û saziyên xizmetguzariyê weke kehrebe û avê hedef digirin, da ku zehmetiyên welatiyan zêde bikin."

(fr)