QSD: Şam çîrokên şaş û xeyalî diafirîne

QSDˊê ragihand ku hikumeta demkî îdîa dike ku Elî Keyalî yan jî hin kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got, ev îdia derew in, çîrokên şaş û xeyalî ne.

QSD: Şam çîrokên şaş û xeyalî diafirîne
16 ÇILE, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê agahiyên şaş ên ku rayedarên hikumeta demkî parve dikin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Çîrokên ku rayedarên Şamê belav dikin ku Elî Keyalî yan jî navên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, tenê rêzederewên dubare ku di van çend rojên de tên belavkirin. Ev îdia û derewên wan yek li pey yekê hatin xwarê. Armanca wan ji van derewan nixumandina êriş û binpêkirinan, afirandina çîrokên xeyalî ji bo kirinên xwe yên li ser erkê rewa bikin e.

Bikaranîna vê rêbazê li ser bingeha çêkirina navan û rastiyan, xwezaya xîtaba fermî aşkera dike, ku ne li ser veguhestina agahiyan e, lê belê li ser xapandina bizanebûn hatiye avakirin. Ew jî hewldana reva ji berpirsiyariya kiryarên îsbatkirî û yên naskirî ye."

(fr)