‘QSD hêvî û rûmeta me ye’

Şêniyên bajarokê Til Marûf diyar kir ku QSD hêvî û rûmeta wan e û got ew ê heya dawiyê piştgiriyê bidin wan.

‘QSD hêvî û rûmeta me ye’
9 kanûn, 2024   09:34
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li hemberî van êrişan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ber xwe dide û herêmê diparêze.

Şêniyên li bajaroka Til Marûf ê bajarê Tirbespiyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin piştgiriya xwe bi şervanên QSD`ê re nîşan da.

Zekiya Mihemed destnîşan kir ku QSD`ê herêmê ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker diparêze û got: " Ne ji şervanên QSD`ê bûya wê niha tevahî herêmên me dagirkirî bana. Em piştgiriya xwe bi zarokên xwe yên di nava QSDˈê re nû dikin. "

Zekiyayê bal kişand ser berxwedana QSD`ê û wiha dom kir: “Ez berxwedana wan silav dikim. Ji me dayikan were xwestin em ê li kêleka şervanan herêmên xwe biparêzin.”

Şêx Hisên El Sade diyar kir ku divê QSD ji planên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker hişyar be û got QSD ji tevahî pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan û hwd pêk tê, parastina xaka Sûriyeyê wek erkeke xwe dibîne û ev bang kir: "Ji her kesî tê xwestin xwedî li şervananên xwe derkeve."

Welatiyê bi navê Sened Hisên diyar kir ku tevahî pêkhateyên herêmê piştgiriyê didin şervanên QSDˈê û got: "Em ê heya dawiyê li pey şervanên xwe bin. QSD hêviya hemû gelan e, ji me were xwestin dê li kêleka şervanan li dijî êrişan bisekinin.”

(bb)

ANHA