KNK : Siyaseta Kurd divê berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibîne

KNK'ê diyar kir ku di vê dema dîrokî de divê siyaseta Kurd berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibîne û derdorên dîplomatîk ji bo parastina destketiyên li Rojava bixe nava liv û tevgerê.

KNK : Siyaseta Kurd divê berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibîne
9 kanûn, 2024   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Bûyerên di nav 10-12 rojên bihurî de li Suriye, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de dawî li rejîma Baas ya Esed anîn û rûxandin. Hêzên mixalif bi serkêşiya Heyet Tahrir El Şam û hin grubên di bin kontrola dewleta Tirk de beşek berfireh ji xaka Sûriyeyê xiste bin kontrola xwe.

Di şer û pevçûnan de Tel Rifet û herêm Şehba ji aliyên grubên bi ser Tirkiye ve hatin dagir kirin û bi deh hezaran xelkê herêm careke din koçber bûn û niha jî bi mebesta dagirkirinê berê xwe dane herêma Minbicê. Armanc û hedefên Tirkiye û çeteyên dibin kontrola wê de dagir kirina hemû herêma Rojavayê Kurdistanê ye.

Geşdanên li tevaya Sûriyeyê rewşek nûh aniye holê. Her çendîn dawî li rejîma Esed anîbe jî metirsî û gefên metirsîdar li ser xelkên Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûye û dikare rê li ber qetlîam û trajediyen mirovahî mezin veke û destekeftiyên gelê Kurd têk bibe. Armanca dewleta Tirk dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye û pêkanîna qetlîam û guhertina demografiya herêmê di rojeva sereke ya dewleta dagirker ya Tirkiye de ye û hewldanên wê bi hemû rengî diyar dike.

Rixmî hemû gef û mtirsîdariyê li ser Rojavayê Kurdistanê, em baş dizanin ku rûpelekî nûh di geşdanên dawî de hatiye holê û em hêvîdar in pêşhate û guherînên Sûriye yê di encamê de bibin sedema wê yekê ku bi rêya diyalogê û hevtêgihiştinê bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan.

Her wiha em hêvîdar in ku hemû alî bi awayekî aştiyane bigihîjin peymaneke ku li berjewendiya hemû pêkhatiyan be.

Dewleta Tirk amadekariya êrişên berfireh dike. Niha dewleta Tirk hem ji bejayî hem jî ji hewayî ve êrişî Minbicê dike. Armanc ew e ku ji vir dest pê bike û ber bi Rojava ve biçe. Ji bo vê jî divê gelê me li çar parçeyan û derveyî welat li ber xwe bide.

Di vê qonaxa  dîrokê de, divê siyaseta Kurd berjewendiyên neteweyî li pêş her tiştî bigire û derdorên xwe yên dîplomatîk ji bo bidestxistina destkeftiyên li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê seferber be. Divê hemû partî û rexistinên Kurdistanî ji bo piştgiriya Rojava daxuyaniyan bidin.

Ji aliyê din ve divê bi dayîna alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bi sed hezaran penaberan re erkên xwe yên neteweyî bi cih bîne. Ev mesûliyetek nîştimanî û dîrokî ye. Têkçûna destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê têkçûna destkeftî û statuya Başûrê Kurdistanê ye jî.

Em bi hevî ne hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên Kurdistanî û gelê Kurd bangewaziya me weke erka nîştimanî binasin û li gor wê bi erk û mesûliyetek nîştimanî tevbigerin."