Konseya Ewlekariyê îro bi awayekî awarte der barê Sûriyeyê de dicive

Li ser daxwaza Rûsyayê, wê îro der barê Sûriyeyê de civîneke awarte ya girtî  li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekûbyî pêk were.

Konseya Ewlekariyê îro bi awayekî awarte der barê Sûriyeyê de dicive
9 kanûn, 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên dîplomasî parve kirine, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên wê îro civîneke awarte ya girtî der barê geşedanên li Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baasê li dar bixe.

Çavkaniyan diyar kir ku civîna awarte li ser daxwaza Rûsyayê saet di 15.00ˈan (20.00 GMT) were lidarxistin.

Alîkarê Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Dmitriy Polyansky li ser hesabê xwe yê ˈTelegramêˈ ragihandibû ku Moskov  xwest ku Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte ya girtî der barê Sûriyeyê de li dar bixe û got: "Ji ber geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê ku heya niha encamên wê li ser vî welatî û gelemperiya herêmî nehatine nirxandin, Rûsya daxwaz kir ku civîneke awarte ya girtî li Konseya Ewlekariyê were lidarxistin."

(bb)